Berdevkê YPG’ê: Erdogan ditirse ku em DAIŞ’ê biqedînin
Berdevkê YPG’ê Mehmûd got “Pêwistiyeke mezin e ku mirov li dijî DAIŞ’ê li Sûriye û qada navneteweyî de têbikoşe.”
Berdevkê YPG’ê Mehmûd got “Pêwistiyeke mezin e ku mirov li dijî DAIŞ’ê li Sûriye û qada navneteweyî de têbikoşe.”
Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd tifaqa DYE û hêzên koalîsyonê ya bi YPG’ê re ya li dijî DAIŞ’ê nirxand. Mehmûd di heman demê de pêşketinên li herêma Ezaz, Cerablûs, Îdlîb, Efrîn û Şehbayê jî ji ajansa me re nirxand…
‘ME HESABÊN TIRKIYEYÊ JI HEV XIST’
Mehmûd ev tişt diyar kir:
“DAIŞ û alîgirên wan krîza li Sûriyeyê û dagirkeriyê meşrû dikin. Ji sala 2012’an heta niha çeteyan êrîşî destkeftiyên gelan ên li Rojava kir. Berxwedana hêzên me ya li Kobanê hate dîtin. Li hemû bajarên Rojava berxwedanek hate nivîsandin. Em li ser esasên rêgezên azadî, çand û baweriyên gelan şer dikin û di çarçoveya parastina meşrû de bersivê didin êrîşan.
YPG li Sûriyeyê li ber xwe nedaya wê dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ’ê li Sûriyeyê bibûna desthilatdar. Pêngavên leşkerî yên li Rojava û meşa me ya li ser Reqayê temînata ewlehî û parastina Sûriyeyê ye. Dema DAIŞ li Reqayê têk diçe, hesabên dewleta Tirk ên li Sûriyeyê hildiweşe. Li Reqayê her roj bi sedan jin û zarok ji destê çeteyan tên rizgarkirin. Ev serketina YPG û QSD’ê ye.
Wê derbên YPG’ê yên li dijî terorê bidome. Hevkariya me ya bi DYE û hêzên Koalîsyonê didome. Pêwistiyeke mezin e ku divê mirov têkoşîna li dijî DAIŞ’ê li Sûriyeyê û li qada navneteweyî bidomîne. Dewleta Tirk dixwaze komên din Efrîn û Şehbayê dagir bike. Em ê vê dagirkeriyê qebûl nekin. Dewleta Tirk naxwaze em bajarê Reqayê azad bikin, pê re jî sabote dike.”
‘LI DIJÎ DAIŞ’Ê DIVÊ HELWESTEKE XURT HEBE’
Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd got ku, “Li dijî DAIŞ’ê divê helwesteke xurt were nîşandan, çi li di qada navneteweyî de û çi jî bi hêzên herêmê re.
Li Reqayê bi hezaran ciwanên Ereb li ber xwe didin. Hêzên Şoreşger ên di nava QSD’ê de cih digirin jî. Heke Efrîn û Şehba were dagirkirin wê bandora xwe li ser Reqayê jî hebe. Dewleta Tirk her dem YPG’ê dike hedef û kîn û nefreta xwe nîşan dide.”