Cenazeyê 13 şervanên azadiyê hatin veşartin

Welatiyên Kantona Kobanê cenazeyên 13 şervanên azadiyê yên ku di pêngava rizgarkirina bajarê Reqayê de şehîd bibûn, bi merasîmeke bi heybet li Goristan Şehîd Dicle veşartin.

Bi hezaran welatiyên Kantona Kobanê, Endamên Saziyên Sivîl, Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ednan Ebû Emced, Cîgirê Rêveberiya Xweser a Kantonê Xalid Berkel, Endamên Saziya Malbatên Şehîdan a Minbicê û Serokê Desteya Parastinê Îsmet Şêx Hesen beşdarî merasîma şervanên azadiyê Mihemed Yaca (Birûsk Pirsûs), Qerer Hemê (Zana Bîloran), Firat Mihemed (Cahid), Elî Xelîl (Şervan Beydiye), Salih Hisî (Salih Dongiz), Ezîz Mêlan (Kendal Kobanê), Ehmed Mihemed (Gîvara Rojava), Buşra Xelîfe (Emara Cerablus), Tariq Şerîf (Cûdî Kobanê), Dijwar Mûstefa (Gurê Reş), Ehmed Bozo (Moro Kobanê), Mihemed Osman (Elî Cîhan) û Egîd Şêx Mihemed (Egîd Kobanê) bûn. Cenazeyên têkoşeran bi merasîmeke bi heybet li Goristana Şehîd Dicle hatin veşartin.

Karwanê cangoriyan ji nexweşxaneya Şehîd Zozan ber bi goristanê ve kete rê.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Piştre Serokê Desteya Parastinê Îsmet Şêx Hesen, Endamê Rêveberiya TEV-DEM′ê Malik Mîtan û Endamê Saziya Malbatên Şehîdan a Minbicê Îbrahîm Xelaf, axivîn.

Axaftvanan sersaxî ji malbatên cangoriyan re xwestin û diyar kirin ku van têkoşeran tola qurbaniyê komkujiya Kobanê de şehîd bûne, hildane.

Her wiha diyar kirin ku bi saya xwîna şehîdên li ser rêya azadî, biratiya gelan û jiyana hevbeş tê jiyîn. Di dawiyê de soza şopandina rêya şehîdan heta rizgarkirina tevahî Sûriyeyê ji tarîtiya çeteyên DAIŞ′ê, hate dayîn.

Piştre nasnameyên cangoriyan hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin.

 Cenazeyên şeranan bi dirûşimên ‘Şehîd Namirin’ û tilîliyan ve hatin veşartin.