Cenazeyê 4 şervanên QSD'ê hatin veşartin

Welatiyên herêma Şedadê û gundewarên wê cenazeyê 4 şervanên QSD'ê bi merasîmekê li goristana Şedadê veşartin.

Bi sedan welatiyên herêma Şedadê û gundewarên wê cenazeyên şervanê QSD'ê Hanî Ebrahîm (Îsman Şedadê), Mihemed Hemdan (Alan Hizim), Mihemed Mihê (Mihemed Mihê El-Dîn Erîşa), Merwan Ebdî (Baran Hesekê) ên ku di pêngava rizgarkirina Reqa de jiyana xwe ji dest dabûn, bi merasîmekê li goristana Şedadê veşartin.

Welatiyan cenazeyê şervanan ji Navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi goristanê ve ketin rê.Li rêya ketina goristanê de girseya gel darbestên şehîdan li ser milên xwe kirin û bi diruşmeyan heta goristanê meşiyan.

Li goristanê ji bo cangoriyên Kurdistanê deqîqeyek rêz hate girtin û merasîmek leşkerî hat lidarxistin. Piştre Endamê Fermandariya QSDʹê Azad Elî axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soz da ku wê heta dawî şopdarên rêya şehîdan bimînin.

Piştî axaftinê nasnameya şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan hate kirin. Cenazeyê şervanên QSD'ê bi dirûşme û tilîliyan ve li goristanê hatin veşartin.