Cenazeyê 7 şehîdên 'Cenga Mezin' li Şedadê hatin veşartin

Welatiyên herêma Şedadê cenazeyên 7 şervanên QSD'ê ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, bi merasîmekê li goristanê veşartin.

Bi sedan welatiyên  herêma Şedadê li pêşiya Navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê kom bûn û cenazeyê şervanên QSD'ê Îmad El-Xidir (Ebû Heyder), Xelîl Elî (Egîd Hesekê), Îsa Elî (Ebû Xifran), Izedîn Necîb (Şevger), Salih Elî (Ebû Elî), Yûsif Xelef (Amed Hesekê) û Basil El-Xelef (El-Dêrî) wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi goristana Şehîdan a herêma Şedadê ve ketin rê.

Li goristanê ji bo cangoriyên Kurdisanê deqeyek rêz hate girtin û merasîmeke leşkerî hat lidarxistin. Piştre Endamê Meclîsa Şehîdan Elî Xelîl axivî û di serî de sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest. Xelîl Elî destnîşan kir ku şehîd pêşengên gelan in û wan rêya azadiya gelan ronî kirine.

Ji fermandarên YPG`ê Elî Mehmûd axivî û wiha got: ʺEm li pêşiya mezinbûna lehengiya van şehîdên ji bo azadiya şêniyan rihê xwe feda kirine, bejna xwe  ditewînin. Pêngava rizgarkirina bajarê Reqayê bi hemû hêza xwe didome, şervan di hundirê taxên bajêr de bi pêş ve diçin û şêniyan rizgar dikin.ʺ

Fermandarê YPG`ê Elî Mehmûd, di dawiya axaftina xwe de soza şopandina rêya şehîdan da û destnîşan kir ku heta azadiya tevahiya Sûriyeyê wê tekoşîna xwe bidomînin.

Piştre, Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Ebdulqadir Mihemed nasnameyên şehîdan xwend û radestî malbatan kir.

Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyên şervanan bi diruşme û tilîliyan li goristana Şehîdan a Şedadê veşartin.