Cenazeyê Şehîd Şîmelî li Gundê Ewasî hat veşartin
Cenazeyê şervanê QSD'ê Hesen Şem Şîmelî ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bûbû, bi merasîmekê hat veşartin.
Cenazeyê şervanê QSD'ê Hesen Şem Şîmelî ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bûbû, bi merasîmekê hat veşartin.
Bi sedan welatiyên bajarokê Sirinê, cenazeyê şervanê QSD'ê Hesen Şems Şîmelî ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bûbû wergirtin û bi merasîmekê veşartin.
Welatiyan alên Yekîneyên Parastina Gel YPG`ê û YPJ`ê û wêneyên têkoşeran hildan. Li goristana gund merasîmek hate lidarxistin. Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir.
Piştre li ser navê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Ezîz Ereba axivî û di destpêka axaftina xwe de sersaxî ji malbata şehîd re xwest û destnîşan kir ku ew ê heta dawî şopdarên rêya cangoriyan bin.
Di berdewama merasîmê de li ser navê MSDʹê Reşo Seîd axivî û got ku gelê Sûriyeyê wê li dijî hemû êrîşên dewleta Tirk a dagirker serî hildin û wê parastina herêmên xwe bikin.
Di merasîmê de her wiha nasnameya şehîd hate xwendin û sicîl radestî malbatê hate kirin. Di dawiya mersîmê de girseya gel cenazeyê şehîd bi dirûşmeyan spartin axê. Di dawiya merasîmê de girseya gel cenaze birin gundê Ewasî ya bajarokê Sirînê û li wir bi dirûşmeyan veşartin.