Cenazeyê Endamê Hêzên Asayîşê Elî hate veşartin

Welatiyên Kantona Efrînê cenazeyê Endamê Hêzên Asayîşê Ebdulrehman Elî, li Goristana Şehîd Refîq veşartin.

Bi sedan welatiyên Kantona Efrînê cenazeyê Endamê Hêzên Asayîşê Ebdulrehman Elî yê ku 26′ê Hezîranê dema ku bi erka xwe ya leşkerî radibû şehîd bibû, ji nexweşxaneya Avirîn wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Refîq a li gundê Metîna ya navçeya Şera ve ketin rê.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Piştre Endamê Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan ya navçeyê Ednan Sîmo axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: ″Êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Kantona Efrînê bi saya fedekariya şehîdan hatin kişandin. Armanca van êrîşan derbkirina destkeftiyên gelê Kurd, şikandina vîna gel û dagirkirina erdên herêmê ye.″ Sîmo, soza şopandina rêya şehîdan jî da.

Piştre jî Serokê Desteya Hundir a Kantona Cizîrê Hesen Beyrem jî sersaxî ji malbata têkoşer re xwest û soza domandina têkoşînê da.

Di dawiya merasîm de nasnameya şehîd hat xwendin, radestî malbata wî hat kirin.

 Cenazeyê endamê Hêzên Asayîşê bi dirûşim û tilîliyan ve hate veşartin.