Cenazeyê şehîd Kabîr li Şedadê hate veşartin
Bi dehan welatiyên herêma Şedadê cenazyê şervanê YPGʹê Emar Ebdulhemîd (Kobir) ê di pêngava rizgarkirina Reqa de şehîdbibû, li gundê El-Hiwêş a Şedadê veşartin.
Bi dehan welatiyên herêma Şedadê cenazyê şervanê YPGʹê Emar Ebdulhemîd (Kobir) ê di pêngava rizgarkirina Reqa de şehîdbibû, li gundê El-Hiwêş a Şedadê veşartin.
Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê bi merasîmekê Cenzayê şervanê YPGʹê Emar Ebdulhemîd (Kobir) ê roja 13ʹê Tîrmehê di pêngava rizgarkirina Reqa de şehîdbibû, hate veşartin. Mersîm li ber navenda Malbatên Şehîdan a Hesekê hate lidarxistin.
Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir û piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Selma Silêman axivî û hemû şehîdên azadiyê bibîr anîn û soz da ku dê heta dawî şopdarên rêya şehîdan bin. Selma di dawiya axaftina xwe de got ku şehîd fermandarên menewî ne û finên ku her dem dilên wan ronî dikin.
Di berdewama merasîmê de Endamê Fermandariya YPGʹê Zekî Kobanê axivî û got ku di kesayeta şehîd Kobir de ew hemû şehîdên azadiyê bibîr tînin û wiha dom kir: ʺEm bi saya şehîdên xwe gihiştine van destkeftiyan, em soz didin ku em ê heta dawî şopdarên rêya şehîdan bin.ʺ
Piştî axaftinan sicîlê şehîd ji aliyê Endama Rêveber a Meclîsa Malbatên Şehîdan Îlham Bekir ve hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.
Di dawiya merasîmê de şervanan cenaze li ser milên xwe kirin û ber bi gundê El-Hiwêş a Şedadê ve derxistin rê û li goristana gund hate definkirin.