Cenazeyê şehîdê Eyn Deqnê Osman hate veşartin

Cenazeyê şervanê Hêzên Xweparastinê Mustafa Osman, ku roja 17'ê Tîrmehê di berxwedana gundê Eyn Deqnê de şehîd bû, bi merasîmeke girseyî li navçeya Cindirêsê ya Efrînê hate veşartin.

Cenazeyê şervanê Hêzên Xweparastinê Mustefa Osman ku 17′ê Tîrmehê di berxwedana gundê Eyn Deqnê şehîd bû, ji nexweşxaneya Avrînê hat wergirtin û li goristana Şehîd Seydo ya li gundê Kefer Sefra yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê hate veşartin.

Di destpêkê de merasîma leşkerî hate kirin. Piştre endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Şiyê Reşîd Fatiko û Serokê Desteya Parastinê Behcet Ebdo axivîn. Qisekeran serketinên gelên Bakurê Sûriyê silav kirin û dan zanîn ku ev serketin bi saya xwîna şehîdan hatine bidestxistin.  Her wiha bal kişandin ser berxwedana têkoşeran a li hember êrîşên dewleta Tirk a dagirker.

Di dawiyê merasîmê de nasnameya şehîd hat xwendin, radestî malbata wî hate kirin û cenazeyê wî li goristanê hate veşartin.