Cenazeyê şervanê Cebhet El-Ekrad Reşîd li Efrînê hate veşartin

Welatiyên Kantona Efrînê cenazeyê şervanê Cebhet El-Ekrad Mihemed Nûrî Reşîd ê ku li bajarokêTil Rifet di berxwedana li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker de şehîd bibû, li Goristana Şehîd Refîq veşartin.

 Bi sedan welatiyên Kantona Efrînê cenazeyê şervanê Cebhet El-Ekrad Mihemed Nûrî Reşîd ji nexweşxaneya Avirîn wergirtin û ber Goristana Şehîd Refîq a li navçeya Metîna ya Şera ve ketin rê.

Di merasîmê de nûnerên Rêveberiya Xweser, Meclîsa Malbatên Şehîdan, KPC-D, Desteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan, Desteya Kar û Barên Civakî, TEV-DEM′ê û Saziyên sivîl, bi sedan kes amade bûn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Piştre bavê şehîd Mihemed Şêx Qenber, Hevşaredarê bajarê Efrînê Nûrî Şêxo û şervanê YPG′ê Fedekar Efrîn, axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd re hat xwestin û bal hat kişandin ser berxwedana şervanan û gelên Efrîn û Şahbayê ya li dijî êrîşê artêşa Tirk a dagirker. Dîsa axaftvanan soza şopandina rêya şehîdan dan

Di dawiya merasîmê de nasnameya şervan hat xwendin, radestî malbata wî hat kirin û cenazeyê wî li goristanê bi dirûşman ve hate veşartin.