Cenazeyê şervanê HPC’ê yê Misrî Mihemed Hamid hate veşartin

Welatiyên Kantona Efrînê cenazeyê şervanên HPC’ê yê Misrî Seyid Ebdulezîz Mihemed Hamid, li Goristana Şehîd Refîq veşartin.

Bi sedan welatiyên Kantona Efrînê cenazeyê şervanê Misrî Seyid Ebdulezîz Mihemed Hamid (62)ê ji paytexta Qahîr a Misrê ku li Taxa Şêxmeqsûd a Helebê cihê xwe di nava refên Hêzên Parastina Cewherî (HPC) de girtibû û di encama kirîza dil de jiyan xwe ji dest dabû, ji nexweşxaneya Avirîn a bajarê Efrînê wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Refîq ve ketin rê.

Li goristanê merasîm li gel deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Piştre li ser navê HPC′ê ya Kantona Efrînê Dijwar Mardîn, Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Şera Mehmûd Cefo, Endama Komîseriya Bilind a Hilbijratinan a Kantonê Nesrîn Îbêd û Endama Dîawana Meclîsa Zagonsaz Muşîra Mele Reşîd, axivîn.

Axaftvanan sersaxî ji malbata şehîd û hemû gelên Rojhilata Navîn re xwestin û diyar kirin ku li Rojava û Bakurê Sûriyeyê bi dehan têkoşerên navneteweyî şehîd bûn. Axaftvanan diyar kirin ku ev yek dide nîşandan ku hêzên leşkerî yên Rojava demokratîk in û armanca wan rizgarkirina herêmê ji terorê ye.

Axaftvanan soza şopandina rêya şehîdên azadiyê dan.

Piştre nasnameya şehîd hat xwendin û cenazeyê wî li goristanê hate veşartin.