Cenazeyê şervanê YPG'ê Şoreş Cûdî hate veşartin
Cenazeyê şervanê YPG'ê şoreş Cûdî li Şehîdgeha Şehîd Rustem bi merasîmekê hate veşartin.
Cenazeyê şervanê YPG'ê şoreş Cûdî li Şehîdgeha Şehîd Rustem bi merasîmekê hate veşartin.
Bi sedan welatiyên ji bajarê Serêkaniyê û gundewarê wê, cenazeyê şervanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Edhem Mehmûd (Şoreş Cûdî) ku di 7 Tîrmehê de li Reqayê şehîd bûbû, li Şehîdgeha Şehîd Rustem Cûdî ya li Berkevirê veşartin.
Piştî merasîma leşkerî ya şervanên YPG/YPJ'ê, endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Serêkaniyê Elî Xelîl axivî û sersaxî ji malbata têkoşer Cûdî re xwest.
Ji Fermandarên YPG'ê Metîn Polat jî destnîşan kir, ku ew ê welêt ji hemû êrîşan, bi taybetî ji êrîşên dewleta Tirk biparêzin.
Piştî axaftinan, belgenameya şehadetê ya Şoreş Cûdî hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin. Di dawiya merasîmê de, cenazeyê têkoşer Şoreş Cûdî hate veşartin.