Cenazeyê şervanê YPG'ê Dilşêr Zap hate veşartin
Welatiyên bajarê Amûdê cenazeyê şervanê YPG'ê Dilşêr Zap ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de jiyana xwe ji dest dabû, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Îsmaîl Hogir veşartin.
Welatiyên bajarê Amûdê cenazeyê şervanê YPG'ê Dilşêr Zap ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de jiyana xwe ji dest dabû, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Îsmaîl Hogir veşartin.
Hevserokên Meclîsa TEV-DEM’ê yê Amûdê Silêman Şêxê û Fatma Silêman, şervanên YPG/YPJ’ê, nûnerên Kongreya Star, Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan Seyîd Ferso, Hevserokê Desteya malbatên Şehîdan Îdan Ebû Mihemed jî di nav de bi sedan şêniyên Amûdê û gundê wê cenazeyê şervanê YPG'ê Nûredîn Loqman(Dilşêr Zap) yê ku di 3'ê Tîrmehê di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de jiyana xwe ji dest dabû, ji Meclîsa Malbatên Şehîdan wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Îsmaîl ve ketin rê.
Girseya gel li nêzî goristanê bê navber dirûşmeyên 'Şehîd Namirin' berz kirin û darbesta şehîd danîn ser milan û heta goristanê meşiyan. Li goristanê deqîqeyekê rêz ji bo cangoriyên Kurdistanê hat girtin û merasîmeke leşkerî hat lidarxistin.
Li ser navê Desteya Malbatên Şehîdan Îdan Ebû Ehmed axivî û sersaxî ji malbata şehîd Dilşêr û hemû beşdaran re xwest û soza şopandina rêya şehîdan da û got ku azadî bi keda şehîd û şervanan pêk tê.
Di berdewama merasîmê de her wiha li ser navê YPG/YPJ’ê Zelal Amûdê axivî û got ku şervanên QSD’ê ber bi rizgarkirina Reqa de gavan diavêjin û ji bo rizgarkirina sivîlan û parastina herêmê canê xwe feda dikin û wiha got; "Em tu carî şehîdên xwe ji bîr nakin û gotina Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan a dibêje jibîrkirin îxanet e, bila bîra me de be."
Di merasîmê de her wiha li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê Hevseroka Navenda Çand û Hunerê ya Kantona Cizîrê Ilyas Seydo axivî û berxwedana şervanan ku canê xwe ji bo rizgarkirina herêmê feda dikin bi bîr xist û soz da ku ew ê heta dawî şopdarên rêya şehîdên xwe bin.
Li ser navê malbata Şehîd Dilşêr bavê wî Loqman Yûnis axivî û soz da ku wê heta dawî şopdarên rêya Dilşêr û hemû şehîdên azadiyê bin.
Piştî axaftinan nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Di dawiya measîmê de girseya gel cenazeyê şervanê YPG’ê Dilşêr Zap bi dirûşmeyan li Goristana Şehîd Îsmaîl Hogir veşartin.