Cenazeyên 2 şervanên Hêzên Xweparastinê hatin spartina axê
Li Efrîn û Serêkaniyê cezeyên şervanên Hêzên Xweparastinê Mûstefa Osman û Hisên Hiso bi merasîmekê hatin veşartin.
Li Efrîn û Serêkaniyê cezeyên şervanên Hêzên Xweparastinê Mûstefa Osman û Hisên Hiso bi merasîmekê hatin veşartin.
Cenazeyê şervanê Hêzên Xweparastinê Mûstefa Osman ê ku 17′ê Tîrmehê di berxwedana gundê Eyn Deqnê de şehîd bibû, ji Nexweşxaneya Afirîn hat wergirtin û li Goristana Şehîd Seydo ya li gundê Kefer Sefra yê girêdayî navçeya Cindirêsê hat veşartin.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Piştre Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Şiyê Reşîd Fatiko û Serokê Desteya Parastinê Behcet Ebdo axivîn, serkeftinên gelên Bakurê Sûriyê silav kirin û destnîşan kir ku ev serkeftin bi saya xwîna şehîdan hatine bidestxistin. Her wiha bal kişandin ser berxwedana têkoşeran a di şerê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker de.
Di dawiya merasîmê de nasnameya şehîd hat xwendin, radestî malbata wî hat kirin û cenazeyê wî li goristanê hat veşartin.
SERÊKANIYÊ
Bi sedan welatiyên bajarên Serêkaniyê, Dirbêsiyê û gundewarên wê cenazeyê şervanê Hêzên Xweparastinê Hisên Hiso ê ku 17′ê Tîrmehê di pêngava rizgarkirina bajarê Reqayê de şehîd bibû, bi merasêmekî girseyî li Goristana Şehîd Rustem Cûdî veşartin.
Li goristanê piştî merasîm bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û şûnde, Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê Mawend Xelo axivî, sersaxî ji malbata tekoşer re û diyar kir ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk berhema şoreşa 19′ê Tîrmehê ye.
Cîgerê Desteya Parastiyê ya Kantona Cizîrê Ayid Xelo jî sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: ″Em bejna xwe li hember cangoriyên azadiyê ditewînin.″
Her wiha di axaftinên li ser navê malbata şehîd jî hatin kirin soza şopandina rêya şehîd dan.
Cenazeyê têkoşer bi dirûşmeyên ″Şehîd namirin″ li goristanê hat veşartin.