Cenazeyên 2 şervanên YPG'ê li Qamişlo hatin veşartin
Welatiyên bajarê Qamişlo cenazeyên şervanên YPG'ê Şervan Polat û Fedakar Qamişlo bi dirûşmeyên 'Şehîd Namirin' li Goristana Şehîd Delîl Saroxan veşartin.
Welatiyên bajarê Qamişlo cenazeyên şervanên YPG'ê Şervan Polat û Fedakar Qamişlo bi dirûşmeyên 'Şehîd Namirin' li Goristana Şehîd Delîl Saroxan veşartin.
Welatiyên bajarê Qamişlo ji bo girtina cenazeya şervanên YPG`ê Qadir Polat (Şervan Polat) û Mihemed Xêr Beşar (Fedekar Qamişlo) li pêşiya meclîsa Taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo kom bûn.Piştî ku girseya gel cenazeya her du şervanan wergirtin berê xwe dan Goristana Şehîd Delîl Saroxan.
Darbesta her du şervanan bi alên YPG`ê û kevokên aştiyê hatibûn xemlandin. Piştî ku karwanê her du şehîdan gihîşte goristanê şêniyên Qamişlo cenazeyên şervanan bi dirûşemya 'Şehîd Namirin` pêşwazî kirin.
Li goristanê ji bo cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hate girtin û şervanên YPG/YPJ'ê merasîmekî leşkerî lidarxistin. Destpêkê endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mihyedîn Hesen axivî û Hesen sersaxî ji malbata her du cangoriyan re xwest.
Her wiha Cîgirê Hevserokê Desteya Parastine Ayîd Îbrahîm jî di merasîmê de axivî û wiha got:ʺEm li beramberî lehengiya cangoriyan a li dijî çeteyên DAIŞ`ê bejna xwe ditewînin. YPJ/YPG/QSD`ê ji bo rizgarkirina Bakurê Sûriyeyê niha li eniyên pêş li dijî çeteyên DAIŞ`ê şer dikinʺ
Îbrahîm diyar kir ku şervanên QSD`ê piştî rizgarkirina Tebqayê niha dest bi Pêngava Rizgarkirina Reqayê kirine û pêngav bi serkeftî didome.
Piştre nasnaneya her du şervbanan ji aliyê Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Zeyûr Şêxmûş ve hat xwendin û radestî malbatê wan hatin kirin.
Cenazeyên şervanan bi tilîlî û dirûşmeyên 'Şehîd Namirin' li goristanê hatin veşartin.
Têkoşer Qadir Polat (Şervan Polat) Pêngava Rizgarkirina Reqayê de jiyana xwe ji dest dabû û Mihemed Xêr Beşar (Fedekar Qamişlo) jî di encama nexweşiya penceşêrê de jiyana xwe ji dest dabû.