Cenazeyên 2 şervanên YPG’ê li Qamişlo hatin veşartin

Welatiyên bajarê Qamişlo cenazeyên şervanên YPG′ê Fehîd Xelîfê (Zinar Qamişlo) û Basîl Zeal (Qendîl Hermê) li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan veşartin.

Bi sedan welatiyên bajarê Qamişlo û gundewarên wê cenazeyên şervanên YPG′ê Fehid Xelîfê (Zinar Qamişo) û Basil Zeal (Qendîl Hermê) ên ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bûne, li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan veşartin.

Li goristanê merasîm bi deqeye rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Piştre Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Ebdulkerîm Ebdulwehab û birayê şehîd Zinar, Kawa Qamişlo axivîn û bal kişandin ser fedekariya şervanên YPG/YPJ′ê yên di şerê li dijî terorê de û soza şopandina rêya şehîdan nû kirin.

Di dawiya merîmê de nasnameyên têkoşeran hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin û cenazeyên şehîdan bi dirûşim û tilîliyan hatin veşartin.