Cinêv-6 bi gotûbêjên destûra nû ve didome

Hevdîtinên Cinêv-6 a bi mijarên Sûriyeyê ve didome. Di daxuyaniya li buroya Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê NY’yê De Mîstûra hate kirin de, heyeta rejîmê ji bo pêşnûmeya destûra nû diyar kirin ku ketine pêvajoya gotûbêjên teknîkî.

Rûniştina hevdîtinên Cinêv-6 a di bin navê “Çareseriya siyasî” ya ji bo şerê navxweyî yê Sûriyeyê ku di pêşengtiya Neteweyên Yekbûyî de hatiye despêkirin, di roja 3’emîn de dewam dike. Hevdîtinên Cinêv-6 a ku 16’ê Gulanê destpê kir, li gorî biryara 2254 a Konseya Ewlekariya NY’ê birêve diçe, di hevdîtinê de li ser mijarên destûra nû, hilbijartin, rêveberiyê tên rawestandin.

Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê NY’yê Staffan de Mîstûra û tîma xwe, li gel heyeta rejîma Sûriyeyê ya di bin serokatiya Beşşar Caferî de û heyetên “Muxalefetê” re cuda cuda hevdîtinên du alî pêk anîn.

Di hevdîtina duh de heyeta NY’yê diyar kiribû ku ji bo heyeta pêşnûmeya destûra nû pêşkêş kiribû, îro jî di daxuyaniya li buroya Mîstûra de hate dayîn hate diyarkirin ku ji bo gotûbêjkirina destûrê ketine pêvajoya teknîkê û di vê mijarê de li gel kesên pirspor li gel heyeta rejîmê gotûbêj hatine birêvebirin.

Têkildarî di pêşnûmeya destûra nû de çi li xwe digir bi çapemeniyê re nehate parvekirin, heyeta “Muxalefetê” diyar kir ku pêşnûmeya destûra nû di pêşengtiya Rûsya û Îranê de hatiye amadekirin, li dijî pêşnûmeyê derketin.

Heyeta ku li ser navê “Muxalefetê” ketin hevdîtinan, bal kişandin ku li dijî pêşnûmeya destûra nû ti projeyên wan nîne, heyetê di hevdîtina de diyarkirin ku ji beriya her tiştî pêvajoyekî bê Esad gotûbêj bikin tim anîn ziman, ev jî bû sedem ku ti encam ji hevdîtinan dernekeve.

Li bendê ye ku sibehê hevdîtinên Cinêv-6 a ku 16’ê Gulanê hatibû destpêkirin bi encam bibe.