Dagirkeriya dewleta Tirk hat protestokirin

Êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Rojava û Bakurê Sûriyeyê ji aliyê gelê Til Temir ve hat protestokirin.

Girseya gel ku ji Kurd,Ereb, Aşûrî û Suryaniyan pêk tê li pêşiya Navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan a Til Temirê li hev civiyan û ji bo şermezarkrina êrîşên artêşa Tirk a dagirker yên li ser Efrînê dest bi meşê kirin.

Di meşê de gel bênavber dirûşmeyên li ser berxwedana YPG/YPJ'ê, Efrîn û Şebhayê berz kirin, her wiha girseya gel dirûşmeyên “Ji Abdullah Ocalan re azadî” ji berz kirin. Meşa ku li navenda kolanên bajêr dest pê kir li Çerxerêya Biratiya Gelan veguherî mîtîngê.

Di axaftinên li mîtîngê de hatin kirin de êrîşên dewleta Tirk hatin şermezarkirin. Axaftvanan peyama “Ger pêwîst bike em ê hemû rahêjin çekan û li gel gelê Efrînê şer bikin" dan.