Derbeke din li dagirkerên li Efrînê hat xistin

YPG'ê ragihand, li Şerayê di çalakiyeke dijî çeteyên Sûltan Mûrad ên MÎT'ê de 2 çete hatine kuştin.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê diyar kir, li navçeya Şera ya Efrînê roja 6'ê Îlonê di çalakiya dijî koma çete ya bi navê Sûltan Mûrad de 2 çete hatine kuştin.

Li gorî daxuyaniyê, şervanên YPG'ê roja 6'ê Îlonê li ser rêya navbera gundên Dêr Sewan û Şêxurzê yên navçeya Şera ya Efrînê kemîn danîn pêşiya çeteyan.

Di çalakiyê de 2 çete hatin kuştin û 2 çekên AK-47 ji ser çeteyan hatin rakirin.