Di civîna MSD’ê ya li Çilaxayê de pergala siyasî ya Sûriyeyê hate nîqaşkirin

MSD'ê di civînê de destnîşan kir ku pêwistiya Sûriyeyê bi hevgirtin û yekitiyê û rûniştandina demokrasî, pirrengî û nenavendiyê heye. MSD'ê girîngî bi yekrêziyê li hemberî fîtne û destwerdanên derve, da.

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi hevkariya meclisên bajaran, dest bi rêze civînan li bajarên kantona Cizîrê kiriye.

Li Çilaxa civîn bi dirûşma "Xwişk-biratiya gelan û bandora wê di hilbijartina teşeya guncaw a desthilata siyasî ya Sûriyeyê de" li hola Roj li dar ket. Di civînê de rûspî, serokeşîrên Ereb, kesayetên civakî, nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl û xizmetguzarî û pêkhateyên navçeya Çilaxa beşdar bûn.

Di serî de hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a MSD'ş Husên Ezam got ku armanc ji civînê xurtkirina diyalogê di nav gelê yek welatî de û avakirina nêrîneke hevbeş ji bo teşeya rêveberiya siyasî ya Sûriyeyê pêşerojê ye.

Hevserokê MSD'ê Mehmûd El Meslet jî diyar kir ku Sûriye di qonaxeke hestiyar re derbas dibe û girîngî bi xwedîderketina li berpirsiyariya avakirina Sûriyeyê, da.

El Meslet wiha domand: "Hewldan hene ku Sûriyeya navendî li gorî rejîma berê dîsa were avakirin, lê belê gelê Sûriyeyê ev 14 sal e ne ji bo dubarekirina desthilata taîfî serî hildaye. MSD paşguhkirina tu pêkhateyan qebûl nake. Armanca me zelal e; Sûriyeya demokratîk ku li ser diyalog û aştiyê û nûnertiya hemû pêkhateyan rabe."

El Meslet diyar kir ku peymana 10'ê Adarê pêvajoyeke niştimanî ye û divê ji bo serxistina wê piştgirî were dayîn.

El Meslet diyar kir ku eşîr û kesayetên civakî di pêşxistina zanabûna civakî û têkbirina hewldanên fîtneyê de xwedî rol in û got: "MSD ji bo diyaloga bi Tirkiye û aliyên din re vekirî ye, bi merca ku rola wan a erênî di yekbûna Sûriyeyê û gekê wê de hebe."

Piştre beşdaran di nîqaşan de teqezî bi redkirina nimûmeyên zordar ên desthilatdariyê û paşguhkirina pêkhateyan, da.

Beşdaran bang li hikumeta veguhêz a Sûriyeyê kir ku bi cidiyet nêzîkî peymana 10'ê Adarê be û ji bo avakirina Sûriyeya nenavendî û demokratîk bixebite.