Di hevdîtina MSD-Şamê de biryara avakirina komîteyan hate girtin

Li ser vexwendina Beşar Esad heyetek ji Meclîsa Sûriyeya Demokratîk serdana Şamê kir û di hevdîtinê de biryara avakirina komîteyên hevpar di her alî de hate girtin.

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk têkildarî hevdîtina 26’ê Tîrmehê (Pênçşem) ya li Şamê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

MSD’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku bi armanca avakirina nexşerêya Sûriyeya demokratîk ku ne navendî be di hemû aliyan de biryara avakirina komîteyan hate girtin.

MSD’ê têkildarî hevdîtinê ev agahî weşand;

“Li ser daxwaza hikumeta Sûriyê, di navbera şandeyek ji Meclîsa Sûriyeya Demokratîk û hikumeta Sûriyeyê li Şamê di dîroka 26.07.2018`an de civînek pêk hat. Armanca ji vê hevdîtinan ev e ji bo destpêkirina diyalogên berfireh ya ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan û aloziya Sûriyê di hemû astan de were çareserkirin, bingeh werin danîn.

Beriya van hevdîtinan, li bajarê Tebqayê di navbera komîteyên biçûk ên her du aliyan de hevdîtin çêbûn û di wan hevdîtinan de mijarên xizmetguzarî hatin nîqaşkirin.

Di encama civînê de ji bo pêşxistina diyalog û muzakereyan, ji bo bidawîkirina şîddet û şerê ku gelê Sûriyeyê û civaka wê dixe xetereyê, ji bo avakirina nexşerêya Sûriyeyeke ne navendî û demokratik were kirin, biryar hatiye dayîn ku di hemû qadan de komîte werin avakirin.”