Efrîn şopdarê rûhê 14’ê Tîrmehê ye!

KPC’ê têkildaîr berxwedana ruhê 14’ê Tîrmehê û 19’ê Tîrmehê daxuyaniyek nivîskî da û got: “Berxwedana 14’ê Tîrmehê bû bingeha Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya ku bi vînekî mezin li Rojavayê Kurdistanê li dijî rejîmê serî hilda ye.

Komiteya Perwerdeyê ya Civaka Demokratik (KPC), îro li Kantona Efrinê têkildarî 14’ê Tîrmehê berxwedana zindanê û 19’ê Tîrmehê destpêka Şoreşa Rojava li navenda KPC’ê daxuyaniyek da.

Bi beşdarbûna Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, duxwuyanî ji aliyê Muhemed Ebdî ve hate xwendin.

Ebdî di destpêka daxuyaniyê de destnîşan kir ku divê baş bêzanîn ku dîroka gelê Kurd îro dîroka berxwedanî û qehremaniyê ye. Dîrokeke ji destan û çîrokên Egîdî û Mêrxazan ne bêpar e. Her wiha li dijî hovîtî û çavsoriya dijiminên dagirker serîhildan û xeta berxwedanê ji bo xwe esas girtiye. Ji bo bi destxistina azadî, wekhevî û hebûna xwe berdêlên herî giranbiha jî di vê rêyê de daye.

‘BERXWEDANA 14’Ê TÎRMEHÊ BÛ BINGEHÊ ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ’

Muhemed Ebdî di berdewamiya daxuyaniyê de bal kişand ser berxwedana 14’ê Tîrmehê û wiha got: “Ji bo gelê Kurd bû bingeheke berxwedaniya bêhempa. Bi pêşengiya Heval Mehemed Xeyrî Dûrmûş û her sê hevalên qehreman, Kemal Pîr, Akîf yilmaz û Elî çîçek li dijî hovîtî û hemû cûreyên êşkenceya dijiminê faşist di zindana Amedê de li berxwedan û teslîmkarî qebûl nekirin. Dest bi rojiya mirinê kirin heta ku gihiştin asta şehadetê. Di xeta berxwedanî û têkoşînê de bi îsrar bûn. Her wiha hemû hewildanên dijimin ên şikandina vê çalakiyê ya li hember berxwedaniya wan têk çûn. Berxwedaniya 14’ê tîrmehê bû bingeha şoreşa 19’ê Tîrmehê ya ku bi vîneke mezin gelê Rojavayê Kurdistanê li hemberî kiryarên Rêjîma BAAS serî hildan û dest bi şoreşeke cewherî kirin.”

Ebdî bibîr xist ku gelê Rojavayê Kurdistanê xwe spart xeta berxwedan û têkoşînê. Berxwedaniya Kobanê hêza DAIŞ’ê têkbir.

JI BO MAFÊ XWE TIM TÊKOŞIYAYE

Di berdewamiya daxuyaniyê de Muhemed Ebdî bal kişand ser têkoşîna gelê Kurd û wiha pêde çû: “Hemû cîhan dizane ku gelê Kurd heta niha dev ji mafên xwe bernedaye û bernade. Heta niha li dijî ti hêzan serî netewandiye û berxwedaniyeke bê hempa nişanda ye.”

Ebdî daxuyankirin ku weke KPC a Kantona Efrînê, soz didin ku ew dev ji xeta berxwadanê bernedin û wê xwedî li tevahî nirxên Şoreşa Rojava derkevin. Ji bo avakirina civakeke exlaqî û polîtîk, her di nav kar û xebatê de bin.

BANG

Herî dawî di daxuyaniyê de Muhemed Ebdî ev bang kir: “Em bang li tevahî gelê Kurd dikin ku ku xwedî li berxwedana zindanan , Şoreşa Rojavayê Kurdistanê û li tevahî nirxên şehîdên doza azadiyê derkevin.”

Çalakî bi dirûşmên “Bê serok jiyan nabe” “Bijî şehîdên azadiyê”,“Bijî berxwedana zîndanan” û “Bijî Şoreşa 19’ê Tîrmehê”.