Em ê tişta ku DAIŞ’ê kirî ji bîr nekin

Rabîa ya 70 salî ku şervanên QSD’ê li Reqayê ew xilas kirî got, ‘QSD’ê em hovên DAIŞ’ê xilas kirin, em pir şad in lê tişta ku bi serê me hatî em ê ti caran ji bîr nekin.’’

Gelê ku li Reqayê ev demeke dirêj e zilma dijî mirovahiyê ya DAIŞ’ê dijiya, piştî ku şervanên QSD’ê ketin navenda bajêr êdî azad dibin. Yek ji sivîlê Reqayî yê ku di operasyona mezin a dawî ya şervanan de azad bûyî, êşên ku jiyane û rojên reş ên ku bi DAIŞ’ê jiyane vegotin. Dayika Rabîa a 70 salî got ew ê ti caran tişta ku DAIŞ’ê bi serê wan de aniye ji bîr nekin û ji bo ku ew xilas bûne pir şad in.

Şerê Mezin ê ku QSD’ê bi pêşengiya YPG’ê, bi desteka Koalîsyona Navnetewî ya bi lîdertiya DYA’yê ji bo dawî li dagirkeriya DAIŞ’ê ya li Reqayê bîne didome. Şervanên QSD’ê ber bi navenda bajêr ve ji her hêlê ve şer dikin û bi pêş ve diçin. Şervan ji hêlekê ve jî hewl didin gelê ku DAIŞ’ê rehîn girtiye, ji xwe re dike mertal rizgar bike. Heta niha li eniya rojhilat gelek sivîl hatine azadkirin.

PIŞTÎ ŞERÊ 5 SAETAN

Ev sivîl carinan bi giştî û carinan jî bi komên biçûk têne azadkirin. Şervan gelek caran ji bo ku xwe bigihînin sivîlan dikevine rîskên pir mezin. Beriya bi du şevan du yixtiyar û zarokê wan piştî şerê 5 saetan ên şervanan gihandin cihên ewle.

LI HER HÊLÊ CENAZEYÊN MIROVAN

Sivîlên ku anîne cihê kontrola tendiristiya cebilxaneyê tiştên ku bi serê wan hatin ji xebatkarên tendiristiyê re gotin. Dayika Rabîa, bi tirsa ku hê jî li ser rûçikê wê bû got: ‘’Ji meha Remazanê ve gelek kes kuştin. Tim sivîl dikuştin. Ez û malbata min ji Remezanê ve em derneketin derve. Ditirsiyam ku ji mal derkevim. Li her deverê cenaze hebûn. Me ew qas cenaze dîtin, ew qas tişt, heta ku ez sax bim jî nikarim van tiştan ji bîr bikim. Dema ku bi pêngavê hisiyam pir kêfxweş bûm. Tim min dia dikir da ku QSD rojekê were û me xilas bike. Belê QSD hat û em xilas kirin. Tiştên ku me dîtin û bi serê me hatin em ê çawa ji bîr bikin nizanim..’

BI ROJAN BÛ KU MIN KURÊ XWE VEDIŞART

Dayika Rabîa dibêje di demên dawî de DAIŞ’ê tundiya xwe zêdetir kiiye û  DAIŞ asê maye. Dest li ser xwarina gel datîne. Her wiha hemû ciwanên bajêr dibe. Ên ku direvin jî wan dikujin. Kî bireve wî dikujin. Dayika Rabîa dibêje: ‘’Ev bi rojan bû ji bo ku kurê min nebin min ew vedişart. Dema ku min dît QSD hat bêhna min hate ber min’’. Dayika Rabîa û malbata wê ji hêla şervanên QSD’ê ve li qadên ewle hatin bicihkirin.