Gundê El-Xûta jî ji çeteyan hate rizgarkirin

Şervanên QSD′ê li Reqayê gaveke din pêşve çûn û gundên El-Xûta jî ji çeteyan  rizgar kirin.

Pêşveçûna şervanên QSD’ê ya ber bi navenda bajarê Reqayê ve roj bi roj dewam dike. Şervanan îro gaveke din bi pêşve çûn û gundê El-Xûta yê dikeve başûrê bajarê Reqayê piştî şerekî dijwar, ji çeteyên DAIŞ′ê rizgar kirin.

Li gelek deverên bajêr  hê jî şer bi dijwarî diqewimin.