Gundên Efrînê têne bombekirin

Komên çete yên Cebhet El- Nûsra û Ehrar El-Şam gundên Basûfanê û Başmerê yên navçeya Şerawa bombe dikin.  Şervanên YPG-YPJ'ê jî bersivê didin.

Komên çete yên Cebhet El-Nûsra û Ehrar El–Şam ji Keleya Semane gundên Basûfanê û Başmerê yên navçeya Şerawa bi topan bombe dikin.  Şervanên YPG-YPJ’ê jî bersivê didin êrîşan.

Şervanên YPG-YPJ’ê beriya bi du rojan bersiv dabû êrîşên çeteyan û derbeke giran li wan dabû. Şeva 12'ê Hezîranê li gundê Basûfanê 28 çete hatibûn kuştin.