Hewldana qetlîamê ya çeteyan ji aliyê şervanên QSD’ê ve hate valaderxistin
Hewldana çeteyên DAIŞ’ê ya li hember gelê bajarokê Cezra yê dikeve navbera Reqa-Dêrazorê de ji aliyê şervanên QSD’ê ve hate valaderxistin.
Hewldana çeteyên DAIŞ’ê ya li hember gelê bajarokê Cezra yê dikeve navbera Reqa-Dêrazorê de ji aliyê şervanên QSD’ê ve hate valaderxistin.
Çeteyên DAIŞ′ê cilên şervanên QSD′ê li xwe kirin û hewl dan bi wesayîtekî bombebarkirî li bajaroka Cezra ya dikeve di navbera bajarên Reqa-Dêrezorê de,qetlîamakê pêk bîne.
Dema ku şervanan bersiva vê hewldanê dan, çeteyan wesayîta bombebarkirî beriya bigihêje armanca xwe, teqandin. Di encamê de welatiyê bi navê Ebdulselam Ebdullah bi sivikî birîndar bû û ziyan gihîşt mal û milkên welatiyên herêmê.
Şervanan Ebdullah ji bo dermankirinê, rakirin nexweşxaneya bajarê Hesekê. Ebdullah bûyer wiha vegot: ″Dema min dengê guleyan bihîst, ez yekser çûm gel birayên xwe yên di nava refên QSD′ê de cih digirin, da ez rewşa wan nas bikim. Dema ku çeteyan wesayît teqandin, ez ji ser hişên xwe çûm.″
Şervanên QSD′ê diyar kirin ku çeteyên bi cil û bergên QSD’ê ku dixwestin derbasî bajaroka Cezra bibin hatin kuştin, lê hejmareke zelal nehat diyarkirin.