Heyeta KNK’ê hevdîtinên xwe yên Yekîtiya Netewî dewam dike
Komîteya ku hevdîtinên Yekîtiya Netewî ya KNK-Rojava didomînin, bi rûspiyên Meclîsa Eşîretên Dêrikê re civiyan.
Komîteya ku hevdîtinên Yekîtiya Netewî ya KNK-Rojava didomînin, bi rûspiyên Meclîsa Eşîretên Dêrikê re civiyan.
Komîteya KNK-Rojava bi endamên Meclîsa Eşîretên Dêrikê re li ser Yekîtiya Netewî hevdîtin pêk anîn. Di hevdîtinê de rûspî ji bo platforma ku hevdîtinên Yekîtiya Netewî bê lidarxistin, hatin vexwedin.
Komîteya KNK-Rojava ku ji Endamê Konseya Rêveberiya KNK-Rojava Ebdurlkerîm Ûmer, endamên KNK-Rojava Koqman Ehmê, Talat Mihemed û Nesredîn Îbrahîm pêk dihat, ji aliyê Hevserokê Meclîsa Eşîretan a Dêrikê Hewas Ciêyî, Berdevkê Meclîsê Masûm Dêrşoy û gelek endamên meclîsê ve hatin pêşwazîkirin.
Ebdulkerîm Ûmer ê di civînê de axivî wiha got: “Em ji bo avakirina Yekîtiya Netewî xebat dikin. Platforma ji bo hevdîtinên Yekîtiya Netewî bê avakirin ji bo dengeyên Rojhilata Navîn xwedî wateyekî taybet e.”
Masûm Dêrşoy jî di civînê de diyar kir ku wê piştgiriyê bidin hemû xebatên ji bo yekîtiya netewî ya gelê Kurd.
Dêrşoy wiha pêde çû: Em vê xebatê pîroz dikin.Tişta ku em ji hemû derdorên siyasî dixwazin ew e ku beşdarî platforma ku bê lidarxisin bibin. Ji ber ku ev xebat ximetê ji bo hemû netewa Kurd dike.”
Hewas Cidêyî jî di civînê de ev tişt got: “Em vê xebata KNK’ê pîroz dikin. Weke rûspî, nûnerên eşîretan û endamên meclîsê vê xebata dîrokî piştgirî dikin.”