Hêzên hikumeta Şamê berê xwe dan Hamayê

Tê gotin, hêzên hikumeta Şamê sewqiyateke mezin ber bi bajarê Hamayê ve kiriye.

Hate ragihandin ku Hêzên girêdayî hikumeta Şamê sewqiyateke mezin a leşkerî ber bi bajarê Hamayê ve birine. 

Hêzên leşkerî yên hatine sewqkirin li Cebel Zên El-Abidîn ê li aliyê bakurê bajêr hatin bicihkirin.   

Balafirên şer ên Rûsyayê Heleb û Îdlibê bombebaran kirin. Balafirên ku taxa Raûsa ya Helebê û herêma Kirêdiya ya rojhilatê Babê bombebaran dikin 3 çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker kuştin.