Hêzên Hikumeta Demkî bombe li Dêr Hafirê barandin
Komên çekdar ên hêzên Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê careke din bi droneyê êrîş birin ser herêma Dêr Hafirê. Ji ber êrîşê kesek birîndar bû.
Komên çekdar ên hêzên Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê careke din bi droneyê êrîş birin ser herêma Dêr Hafirê. Ji ber êrîşê kesek birîndar bû.
Herêma Dêr Hafirê ya Kantona Tebqayê careke din ji ailyê komên çekdarên ser bi Hikumeta Demkî ya Şamê ve hate bombekirin.
Li gorî agahiyên ji fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) hatin wergirtin, êrîş bi droneyê hate kirin.
Di encama êrîşê de welatiyekî li nêzî deriyê Dêr Hafirê yê navbera Kantona Tebqa û Helebê bû birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê.
Komên ser bi Hikumeta Demkî yıa Sûriyeyê dema dawî gelek caran êrîşan dikin. Di şeva 20'ê Îlona 2025'an de li gundê Um Tînayê komkujiyek li hemberî sivîlan hate kirin û di encamê de 8 sivîl şehîd bûn, 3 jî birîndar bûn.