Komîteya KNK’ê xebatên Yekîtiya Netewî didomînin

KNK a ku komîteya ji bo lidarxistinên hevdîtinên Yekîtiya Netewî pêk bînin ava kirî, îro bi Partiya Pêşvrû ya Sûriyeyê, Yekîtiya Oldarên Misilman û Kongreya Star re civiya.

Heyeta komîteyê li avahiya Partiya Pêşverû a Sûriyeyê ya li Taxa Kornîş a Qamişlo, ji aliyê Sekreterê Giştî yê partiyê Ebdulhemîd Derwêş, Endamê Polîtburoyê Ehmed Berelet û rêveberên partiyê yên din ve hate pêşwazîkirin.

Piştî hevdîtina ji çapemeniyê re girtî hate lidarxistin û şûnde, Endamê Polîtburoyê Ehmed Bereket daxuyaniyek da û diyar kir ku Sûriye û tevahî Rojhilata Navîn di nava kirîzê de ne û di vê pêvajoyê de ji bo yekîtiya Kurdan hevdîtinên ku tên kirin gavên dîrokî ne.

Komîte piştî vê serdanê û şûnde, li Taxa Hilêliyê çûn serdan Yekîtiya Oldarên Misilman.

Komîte li vir jî ji aliyê Serokê Yekîtiya Oldarên Misilman ê Kantona Cizîrê Mihemed Xerezî û endamên yekîtiyê ve hatin pêşwazîkirin.

Mihemed Xerezî yê ku piştî civînê daxuyaniyek da, wiha got: “Divê hemû partî, rêxistin û hemû aliyên siyasî, derfetên di vî demî de baş bikar bînin. Ji bo siberoja gelên herêmê Yekîtiya Netewî şert e.”

Serdana komîteyê ya Kongreya Star a li Taxa Xerbî jî, ji aliyê Endama Kongreya Star a Rêveberiya Kontona Cizîr Welîda Botî û endamên Kongreya Star ve hatin pêşwazîkirin.

Welîda Botî a ku piştî hevdîtinê axivî, destnîşan kir ku xebatên ku komîte birêve dibe, ji bo siberoja gelê Kurd bixîne bin gerantiyê xebatekî pir bi wate û girîng e.