Lehengekî 63 salî yê li eniya Reqayê
Ebû Osman, lehengekî 63 salî yê ji Kobanê ye ku niha li eniya Reqayê ye. Ji bo şervanan têr bike û bersivê bide pêwîstiyên wan, weke evîndarekî şoreşê her dibeze.
Ebû Osman, lehengekî 63 salî yê ji Kobanê ye ku niha li eniya Reqayê ye. Ji bo şervanan têr bike û bersivê bide pêwîstiyên wan, weke evîndarekî şoreşê her dibeze.
Her şoreş lehengên xwe dafirîne. Hin jê navê wan tê bihîstin, hin jî nayê bihîstin. Lê belê ev yek taybetmendiyên wan ên ku reng didin şoreşê naguherîne. Amadebûna li cihê pêwîst, kirina xizmetê, taybetmendiyên bingehîn ên wan e.
Ew her tim bi me re ne, bi me re dijîn. Dibe ku gelek ji me nizanibin bê barê ku ew hildigirin ji bo şoreşê çiqasî watedar e. Lê ev yek wateya wan naguherîne.
Yek ji van lehengan jî Ebû Osman ê 63 salî ye.
Ebû Osman welatparêzekî YPG'yî ye. Di Pêngava Reqayê de ji belavokirina lojîstîkê ji bo eniya şer berpirsyar e. Dema hewl dida bi lez û bez xwarinê bigihîne hemû zarokên xwe yên li eniya şer, me ew nas kir. Destpêkê emrê wî, piştre jî enerjiya wî bala mirovan dikişîne.
'DI GERMA 50 PILEYÎ DE JÎ ENERJIYA WÎ KÊM NABE'
Di germa havînê, germa çolê de, ku ciwan jî nikarin derkevin derve, ew her dibeze û bi vê enerjiay xwe ne kêmî ciwanan e.
Şervanên ku vê fedakariya wî dibînin, bi hezkirin, sempatî û rêzdarî nêzî wî dibin. Ji bo nebetile hewl didin jê re bibin alîkar. Şervanekî ji min re got, "Heta ku mirovên me yên bi vî rengî hebin, mirin ne xema me ye." Xuya ye ev fedakariya Ebû Osman motîvasyona şer a şervanan zêde dike.
LI HEMÛ ENIYAN CIH GIRTIYE
Dema Ebû Osman ber bi aliyê me ve tê, jê dipirsim bê çima di vî emrî de li eniya şer e. Ebû Osman dibêje, "Ma dibû ku min ciwanên me bi tenê bihişta?" Û diyar dike ku ne tenê li pêngava Reqayê wî ji destpêka şoreşê ve li hemû eniyan cih girtiye.
Di dewama axaftina xwe de dibêje, "Ez nikarim wekî din bijîm. Ew ê welatê me, mirovên me rizgar bike, lê ez ê li mala xwe rûnêm? Heta ku ji destê min bê ez ê xizmetê ji zarokên xwe, ji welatê xwe û ji şoreşa xwe re bikim." Jê dipirsim; zarokên te jî li vir in? Ebû Osman dibêje, "Belê ev hemû zarokên min e." Ji ber vê bersivê ez hinekî li ber xwe dikevim. Şervanê li kêleka min dema vê rewşê dibîne, dikene.
'DIVÊ BILEZÎNIM, ZAROKÊN MIN BIRÇÎ NE'
Ez hewl didim bi Ebû Osman re bipeyivim, lê ew dilezîne û dibêje "Heval li qisûrê nenêre, dibe ku wexteke din em bi peyivin. Zarok birçî ne" û ji cem me diçe.
Ji şervanê li kêleka xwe hîn dibim ku emrê î 63 salî ye. Şervanekî din jî qala Ebû Osman dike: "Ebû Osman ji destpêka şoreşê ve li eniyê ye. 3 zarokên wî hene. Niha li Serêkaniyê dijî, lê ji Kobanê ye. Her tim qala hatina Rêbertî ji bo Kobanê û destpêkirina şoreşê ji Kobanê dike. Bi vê serbilind e û dibêje 'Heta dawiya emrê xwe ez ê hêjayî Rêbertî bim'. Li ser vê yekê em piştî wî diçin cihê ku ew çû erzaqê bîne. Hez nake ji kamera re baxive. Timî dibeze, em jê dixwazin ku çend deqeyan ji bo me baxive. Ebû Osman di axaftina xwe de bersivên kin û zelal dide. Dibêje, 'Ji bo min cih ne girîng e. Ku der bê xwestin, ez ê biçim wir. Ev enî be, cihekî dibe. Ji bo min ne xem e'.