Li Şehbayê 5 çeteyên Tirk hatin kuştin
Şervanên Ceyş El-Siwar hewldana ketina nav gundê Til Medîq a çeteyên bi ser artêşa Tirk ve pûç kirin û 5 çete kuştin.
Şervanên Ceyş El-Siwar hewldana ketina nav gundê Til Medîq a çeteyên bi ser artêşa Tirk ve pûç kirin û 5 çete kuştin.
Çeteyên bi ser artêşa Tirk ve, gundên rizgarbûyî yên Şehbahê Um Hoş, Semoqa, Til Çîçan, Til Medîq û Çiyayê Nayîf dane ber obûs, tang û çekên giran ên doçkayê.
Şevê dî li dor saeta 21.15’an çeteyan êrîşa xwe ya herî giran bi ser gundê Til Medîq de anîn. Piştî ku Ceyş-El Siwar bersiv dane hewldana ketina gund şerekî giran çêbû.
Dema ku çeteyan xwestin bikevin nav araziyê şervanan mayinên ku danîbûn teqandin û çeteyan derbên giran xwarin. Çete piştre top avêtin gundên Arfet, Herbel, Qolsrûc, Hedacîkm El Wediye, Xirnata, Um El QURA, Hasîn û Helîse.
Berê sibehê saet 03.00-05.00’an şervanên Ceyş El Siwar ên li Til Medîqê bi çekên giran bersiv dane çeteyên li Malid û Tiwêhnê û başûrê bajarokê Mariyê. Piştî vê çete reviyan.
Her wiha şervanan çeteyên bi ser artêşa Tirk ve, yên li gundê Tiwîsê jî ji xwe re kirine hedef.
Li gorî jêderkên leşkerî şervanan 5 çete kuştin. Jêderkên xwecih jî diyar dikin ku zêdetir çete hatine kuştin û gelek cebilxaneya wan jî hatiye tinekirin.
Li herêma ku êrîş bi ser de anîbûn ji vê sibehê ve bêdengiyek heye.
Tê payin ku Fermandariya Giştî ya Ceyş El-Siwar têkildarî êrîşan daxuyaniyekê bide.