Li derdora Bendava Azadî şer giran e

Çeteyên DAIŞ'ê bi mebesta ku dorpêça li ser bajarokê Mensûra yê li rojhilatê Tebqayê bişkînin êrîş birin ser şervanên QSD’ê yên li derdora bajarok û li rojavayê Bendava Azadî.

Çeteyên ku asê bûne saet li derdora 12.30’an êrîş birin ser şervanên QSD’ê yên li derdora bajarokê Mansûra û li rojavayê Bendava Azadî. Piştî ku şervanan bersiv da şer çêbû.

Di şer de heta niha 3 xwekuj ên çeteyan ji hêla şervanên QSD’ê ve hatine kuştin.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin şer dewam dike.