Li Efrînê 3 sivîlên din jî hatin revandin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundê Mosaka yê Racoya Efrînê sê sivîlên din revandin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine wergirtin artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê sê sivîlên bi navê Umer Elîko (33), Egîd Mihemed Derdo (28) û Mihemed Hesen Mihemed Derdo (22) revandine.

Hate ragihandin ku ev her sê kes dema li ser zeviyê dixebitîn, çeteyan dest danîne ser telefonên wan û ew revandine. Hatiye diyarkirin ku nehatiye zanîn ku çeteyan ev sivîl birine ku derê.

Li gorî saloxdêrên li herêmê artêşa Tirk a dagirker roja Înê mala Mihemed Hefîdî talan kiriye yê ku li bakurê gundê Mosakayê dijî.

Artêşa Tirk û çeteyên wê mehek berê li gundê Kebaşîn ê Şêrawaya Efrînê dengbêjê bi navê Hesen Ebdo revandibû. Aqûbeta dengbêj Hesen Ebdo jî nayê zanîn.

Li Efrînê ya ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên dagir kirine, her roj nûçeyên êşkence, tecawiz û înfazê tên. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê her roj sûcên şer dikin. Artêşa Tirk a dagirker di 20’ê Çileyê de êrîşên dagirker da destpêkirin û di 18’ê Adarê de jî çete ketin navenda bajêr. Ji roja ku dagirkerî dest pê kiriye, heta niha bi sedan sivîl hatine qetilkirin û revandin. Mal û milkên gel hatin talankirin û şewitandin. Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) jî beriya niha raporek dabû belavkirin û tê de diyar kiribû ku çeteyên ku Tirkiye piştgiriya wan dike li Efrînê dest danîne ser mal û milkên gel.