Li Efrînê êrîşên çeteyan hate şikandin

Şervanên YPG’ê, êrîşên çeteyên El Nûsra û Ehrar El Şam ên li ser gundên girêdayî navçeya Şêrewa ya Efrînê şikandin. Di şer de 35 çete hatin kuştin.

Çeteyên Cebhet EL-Nusra û Ehrar EL-Şam gundên navçeya Şêrewa ya Kantona Efrînê bi fUzeyan û çekên giran bombebaran kir. Di encamê de, zerar gihîşt mal û milkên welatiyan. Şervanên YPG û YPJ`ê jî bersiva êrîşan dan û êrîşa çeteyan têk birin.

Çeteyên Cebhet EL-Nusra û Ehrar EL-Şam ji Kela Seman, bi ev bû hefteyeke bi çekên giran êrîşe gundên Kantona Efrînê, dikin û gelek cebilxane li herêmê zêde kirin, da ku êrîşe kantonê bikin. Şervanên YPG û YPJ`ê ve li dijî êrîşan çeteyan çalakiyên berisvdayînê lidar xistin.

Ji aliyekî din ve jî çeteyan bombe bi ser cihên sivîlan ên li gundê Basûfanê, Başmire, Birc Silêman û Beiyê Fafirtîn ên navçeya Şêrawa û gundê Celeme û Girê Şehîd Şîlan û Baz li navçeya Cindêrisê, barandin.

Di bombebarana çeteyan de zirar di malên sivîlan de pêk hat û 2 hektar ji genimê welatiyên gundê Basûfanê şewîtî.

35 ÇETE HATIN KUŞTIN

Şervanên YPG û YPJ`ê jî li hemberî êrîşên çeteyan bêdeng neman û bersiv dan çeteyan. Di hefteya derbasbûyî de di encama berisvdayîan şervanan de, 35 çete hatin kuştin û gelek çek û cebilxane ketin destê şervanan.