Li Efrînê tabûra leşkerî ya YCR’ê hate avakirin
Yekîtiya Ciwanên Rojava, li navçeya Cindirêsê yekemîn tabûra leşkerî ava kirin.
Yekîtiya Ciwanên Rojava, li navçeya Cindirêsê yekemîn tabûra leşkerî ava kirin.
Di çarçoveya pêngava “Welat welatê me ye, tolhildan soza me ye”,Yekîtiya Ciwanên Rojava li navçeya Cindirêsê ya Kantona Efrînê, yekemîn tabûra xwe ya leşkerî bi navê”Tabûra Şehîdên Qereçox” bi tevlîbûna 20 ciwanan ava kir. Merasîma îlankirina tabûrê, li Baxçeyê Rêberê Gel Abdullah Ocalan, pêk hat.
‘EM Ê ÊRÎŞÊN ARTÊŞA TIRK ASTENG BIKIN’
Di merasîmê de, rêveberên YCR`ê, nûnerên TEV-DEM, Kongreya Star û sedan şêniyên navçeya Cindirêsê amade bûn.
Rêveberê YCR`ê yê navçeya Cindirêsê, Delar Dijwar derbarê girîngiya avakirina tabûrê di vê pêvajoyê de axivî û got: “Erka vê tabûra leşkerî, parastina kantonê ji êrîşên artêşa Tirk a dagirker e û wê nehêle ku tu êrîş li ser kantonê çêbibe.”
Her wiha, ji Fermandarên YPG`ê li navçeya Cindirêsê Manî Egîd jî got “Sekna ciwanan li rex şervanên YPJ û YPG`ê di parastina xaka kantonê de gaveke girîng e.”
Merasîm bi dûrişmeyên silavkirina berxwedana ciwanan û YPG/YPJ’ê bi dawî bû.