Operasyona rizgarkirina Reqayê: 23 çete hatin kuştin

Li eniyên rojhilat û rojava yên Reqayê, di navbera şervanên QSD'ê û çeteyên DAIŞ'ê de duh bi şev şerekî dijwar qewimî. Di encamê de 23 çete hatin kuştin.

Li eniyên rojhilat û rojava yê bajarê Reqayê, duh saet di 21:30 de şerekî dijwar rû da. Li taxa Al-Dereayê ku li rojavayê bajêr e, şervanan derbên giran li çeteyan xistin. Di vî şerî de 11 çete hatin kuştin û termê 3 çeteyan tevî gelek çek û cebilxaneyan di destê çeteyan de man.

Tîmên taybet ên QSD'ê jî di heman demê de zêdeyî 1000 sivîl ji taxên Al-Dereay û Al-Teyarê rizgar kirin û birin cihên ewle. Di dema rizgarkirina sivîlan de çeteyan gule li wan reşandin û di encamê de gelek sivîl birîndar bûn.

Li taxa Reqa Kevn a li rojhilat û li taxa Rewda ya li bakurrojhilatê bajêr jî şerekî dijwar qewimî.

Di vî şerî de 12 çete hatin kuştin, 2 hawanên 80 mm û hin çekên sivik ên çeteyan ketin destê şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD).

Şerê li vê derê heta ber destê sibehê dewam kir û 6 şervan birîndar bûn.