Li Gundê Ebû Qîbab şerê dijwar diqewime

Çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Gundê Ebû Qîbab yê dikeve rojhilatê Tebqayê kirin. Di şer de heta niha 2 endamên çeteyan hatine kuştin.

Çeteyên  DAIŞ'ê ku li Mensûra derbeyên giran xwarin, seat 12:00'an  êrîşî Gundê Ebû Qîbab kirin.

Li ser bersivdayîna şervanên QSD`ê, li derdora gund şer derket. Li gorî agahiyên hatine bidest xistin heta niha di şer de 2 çete hatine kuştin û li derdora gund ji şer didome.

Gundê Ebû Qîbab di 30`ê Gulanê de, di operasyona  zexmkirina  xeta parastina Tebqayê de, ji çeteyên DAIŞ`ê hatibû rizgarkirin.