Li Kobanê cenazeyê 3 şervanên azadiyê hatin veşartin
Welatiyên Kantona Kobanê cenazeyên 3 şervanên YPG/YPJ′ê ku di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabûn, li Goristan Şehdî Dicle veşartin.
Welatiyên Kantona Kobanê cenazeyên 3 şervanên YPG/YPJ′ê ku di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabûn, li Goristan Şehdî Dicle veşartin.
Bi sedan welatiyên Kantona Kobanê cenazeyên şervanên YPG/YPJ′ê Dîlan Bîngol (Mijdar Gabar), Hesan Yenzir (Baran Pirsûs) û Emar Misto (Emar Sêran) ên ku di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabûn, li Goristana Şehîd Dicle veşartin.
Di merasîma oxirkirinê de Fermandarên YPG/YPJ′ê, nûnerên Rêveberiya Xweser û Endamên Saziyên Civaka Sivîl, amade bûn.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Piştre Serokê Desteya Parastinê Îsmet Şêx Hesen axivî, got ku şehîd pêşengên gel in, ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk têkoşiyan û êrîşên terorê yên li ser axa Rojava qebûl nekirin. Her wiha Îsmet soza şopandina rêya şehîdan da.
Heveserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan Arif Balî jî di kesayeta hersê şervanan de, hemû şehîdên azadiyê bibîr anî, sersaxî ji malbatên wan re xwest û soza şopandina rêya wan da.
Di dawiya merasîmê de cenazeyê şervanan bi dirûşiman ve hatin veşartin.