Li Kobanê meşa ji bo Efrîn û Şehbayê
Li Kobanê bi hezaran kes ji bo Efrîn û Şehbayê meşiyan. Di meşê de êrîşên dewleta Tirk a li ser Efrîn û Şehbayê hate şermezarkirin û ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadî hate xwestin.
Li Kobanê bi hezaran kes ji bo Efrîn û Şehbayê meşiyan. Di meşê de êrîşên dewleta Tirk a li ser Efrîn û Şehbayê hate şermezarkirin û ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadî hate xwestin.
Bi hezaran welatiyên Kantona Kobanê daketin qadan û piştgiriya xwe bi berxwedana gelê Efrîn û Şehbayê re diyar kirin. Kobaniyan êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Şehba û Efrînê şermezar kirin û ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan azadî xwestin.
Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Mislim, Endamên Saziya Civaka Sivîl, Endamên Kongra Star, Meclîsa Malbatên Şehîdan, Hêzên Xweparastinê, Hêzên Taybet, Şervanên YPG`ê û YPJ`ê, Hêzên Erka Xweparastinê, Hêzên Asayîşê û nûnerên Saziya Civaka Sivîl û nûnerên partiyên siyasî jî beşdarî meşê bûn.
Meşvanan al û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, pankartên bi nivîsên ʺEm berxwedana welatiyên Efrînê silav dikin”, “Welatiyên Kobanê serokê xwe dixwazin”, “Bê serok jiyan nabe” vekiribûn.
Meşê li Qada Azadiyê dest pê kir û li ber deriyê sînor ê Kobanê yê di navbera Rojava û Bakur de ye dawî li meşê anîn.
Li vir girse deqeyekê rêzgirtinê rawestiyan û paşê li ser navê Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Mislim axivî û êrîşên Artêşa Tirk a dagirker li ser Kobanê û Herêmên Şehbayê pêk tên şermezar kir û got: ʺEm ji Hikumeta AKP`ê û Erdoxan re dibêjin ku Kobanê Kela berxwedanê ye û neket destê çeteyan. Îro jî Tirkiyê êrîşên xwe bi ser Kantona Efrînê pêk tîne. Em ji welatiyên Efrînê re dibêjin ku şervanên we di YPG`ê û YPJ`ê wê şerê terorê bikin û wê Tirkiyeya dagirker ji herêmên Efrîn û Şehbayê dûr bixînin.ʺ
Mislim di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku welatiyên Efrînê ne bi tenê ne û û wiha dom kir: ʺBi rihê berxwedana Kobanê em ê Efrînê û Şehbayê jî biparêzin û herêmên hatine dagirkirin rizgar bikin. Em soz didin ku em ê şerê terorê bikin û bi saya xwîna şehîdan em ê Federaliya Demokratîk a Bakûrê Sûriyeyê îlan bikin.ʺ
Piştî axaftinan çalakî bi sloganan bi dawî bû.