Li Kobanê Zîlan hate bibîranîn

Zîlan di salvegera 21’an a çalakiya xwe de li Kobanê ji aliyê Yekitiya Jinên Ciwan a Kantona Kobanê ve hate bibîranîn.

Zîlan (Zeynep Kinaci) di salvegera 21’an a çalakiya xwe de li Kantona Kobanê, li Qada Jina Azad, bi tevlêbûna bi dehan endamî ve, ji hêla Yekîtiya Jinên Ciwan ve hate bibîranîn.

Di çalakiya bîranînê de daxuyaniya Yekîtiya Jinên Ciwan ji hêla Endama Yekîtiyê, Medya Silêman ve hate xwendin. Silêman wiha got:

"Şoreşa Rojava bi ked û têkoşîna jinê her diçe ber ireh û mezintir dibe û ji bo şoreşa Rojhilata navîn pêşengitiyê dike, ev jî bi şehîdên nemir ên weke Şehîd Zîlan, Bêrîtan, Şîlan, Sema,Arîn û şehîd Hebûn e.

Di şexsê van hevalan de em hemû şehîdên Kurdistanê de bi bîr tînin. Bi fikir û ramanê rêber Apo li dijî hemû hezên dagirker û desthilatdar têkoşîna dan. Hêzên desthilatdar  dixwazin li ser jinê koletiyê ferz bikin û di şexsê jinê de civakê têk bibin.

Îro şoreşa Rojava bersiveke herî mezin e li hemberî van hêzan û hemû pîlanên wan yên qirêj. Em yekîtiya Jinên Ciwan ên Kantona Kobanê bi pêşengitiya Jinên Ciwan de 21` mîn salvegera şehîd Zîlan (Zeynep kinaci) bi bîr tînin. Çalakiya fedayî a ku di sala 1996`an de li Derisimê di nav dilê dijmin de pêk anî, hişt  ku planên ku  dixwestin Rêbertiya me tune bikin pûç bibe û ji bo hemû jinên Rojhilata navîn kir ku rêya me ronî bibe.

Girêdayî vê, tecrîda giran a îro li ser rêber Apo tê meşandin em  Yekîtiya Jinên Ciwan bi ruhê Zîlan şermezar dikin, em bi rihê Zîlanan bi bilindkirina têkoşîn û berxwedanê em ê bibin volkanek bi ser dijimin de biteqin û bi perspektîfên  şehîd Zîlan tevbigerin ku gotiye:''Eger ji canê min tişteke giringtir  heba mine fedayî we bikira''.

Daxuyanî  bi dirûşmeyên 'Bê Serok jiyan nabe', 'Bijî ruhê fedayîtiyê û bijî têkoşîna jinê', 'Bjiî serok APO',  'Şehîd Namirin' bi dawî bû.