Li Laziqiyeyê bi dehan kes ji kar hatin derxistin

Hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ji ber sedemên mezhebî bi dehan karmendên şaredariya Laziqiyeyê ji kar dûr xistin. Karmendên ji kar hatine dûrxistin, destnîşan kirin ku ev biryar keyfî ne.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) raghand ku “Wezareta Rêveberiya Xwecih û Jîngehê” ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê 78 karmendên şaredariya bajarê Laziqiyeyê ku piraniya wan Elewî ne ji kar dûr xistin. Karmendan, biryar bi keyfî wesifandin û destnîşan kirin ku divê salên xizmeta wan û mercên li herêmê di ber çavan re derbas bibin

Karmendan, bang kir ku biryar bê betalkirin û gotin mafê wan di istiqrara erkdarî de û dabînkirina mafên xwe yên ku bi dest xistine, heye.

Hezîrana borî li dora parêzgeha Laziqiyeyê gelek karmendên ji Gerînendetiya Xebatên Fenî ji kar hatibûn dûrxistin, xwepêşandan li dijî biryara dûrxistina wan ji kar bê biryareke fermi, li dar xistin.