Li Minbicê cenazeyê 2 şervanan hatin veşartin

Welaiyên bajarê Minbicê cenazeyên 2 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê yên ku di pêngava rizgarkirina bajarê Reqayê de şehîd bibûn, li Goristana Şehîdan a Minbicê veşartin.

Bi sedan welatiyên bajarê Minbicê cenazeyên 2 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Eymen Ebdullah û Tariq Kohat ên ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bibû, ji Nexweşxaneya Firatê wergirtin û ber bi Goristana şehîdan a bajêr ve ketin rê.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Piştre li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Îbrahîm Xilêf, li ser navê Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ednan Ebû Emced û li ser navê Hevserokê Komîteya Têkîliyên Derve Elî Cemîlî, axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd re hat xwestin, berxwedana şervanên QSD′ê hat silavkirin û soza şopandina rêya şehîdan hate dayîn.

Di dawiya merasîmê de nasnameyên têkoşeran hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin.

 Cenazeyên şervanan bi dirûşiman ve li goristanê hatin veşartin.