Li Qamişlo cenazeyên 3 şervanan hate veşartin
Welatiyên bajarê Qamişlo cenazeyên 3 şervanên azadiyê Ii Goristana Şehîd Delîl Sarûxan veşartin
Welatiyên bajarê Qamişlo cenazeyên 3 şervanên azadiyê Ii Goristana Şehîd Delîl Sarûxan veşartin
Bi sedan welatiyên bajarê Qamişlo cenazeyên Endamê Hêzên Xweparastinê Mihyedîn Xelîf ê ku di Pêngava Xezeba Firatê, şervanê YPG′ê Mehmûd Silêman (Hemûdî Til Hemîs) ê li herêma Şedad û Endamê Hêzên Asayîşê Nadir Hikî ê ku li bajarê Qamişlo ji ber kirîza dil jiyana xwe ji dest dabûn, ji nexweşxaneya Meclîsa Malbatên Şehîdan a li Taxa Enteriyê wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Delîl Sarûxan ve ketin rê.
Li goristanê merasîma bi deqeyekê rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Piştre Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan Masûm Hesen axivî, şehîdên meha Gulanê bibîr anîn û diyar kir ku bi saya berxwedan û têkoşîna şehîdan, ewqas serkeftin hatin bidestxistin.
Di dawiya merasîmê de, nasnameyên şervanan hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin.
Cenazeyên şervanên azadiyê bi dirûşiman ve hatin veşartin.