Li Reqayê 180 sivîl ji destê çeteyan hatin rizgarkirin
Tîmên taybet ên girêdayî QSD’ê, li Taxa Teyar a Reqayê 180 sivîlên ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve dîl hatibûn girtin rizgarkirin. Li taxê şerê dijwar diqewimin.
Tîmên taybet ên girêdayî QSD’ê, li Taxa Teyar a Reqayê 180 sivîlên ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve dîl hatibûn girtin rizgarkirin. Li taxê şerê dijwar diqewimin.
600 sivîl ên ku ji Taxa Teyar dixwestin xwe bigihînin nuqteyên şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve dîl hatibûn girtin. Tîmên taybet ên girêdayî QSD’ê îro 180 sivîl rizgar kirin û gihandin taxên Qadisiyê û Sebahiyê.
Li taxê di navbera şervanên QSD’ê û çeteyan de şerê diwar diqewimin.