Li Reqayê bi sedan sivîlên din jî hatin rizgarkirin
Şervanên QSD’ê li taxên rojavayê Reqayê nêzî hezar sivîl rizgar kirin.
Şervanên QSD’ê li taxên rojavayê Reqayê nêzî hezar sivîl rizgar kirin.
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li taxên rojavayê Reqayê 400 sivîl rizgar kiribûn û gihandibûn cihê bi ewle. Şervanên QSD’ê yên ku rizgarkirin sivîlan dewam dikin, li taxên Teyar û Deriya yên dikevin rojavayê Reqayê ji hezaran zêdetir sivîl ji lepên çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin. Di nava yên hatin rizgarkirin de sivîlên ku di encama guleyên çeteyên DAIŞ’ê de birîndar bibûn jî hene.
Li gorî agahiyên ANHA’yê ji çavakaniyên şervanên QSD’ê girtî, welatiyên sivîl ên hatine rizgarkirin birine gundên Xatûniyê û Selhebiyê. Sivîlên birîndar jî rakirine navendên dermankirinê yên herî nêzîk.