Li Reqayê pêşî li hewldana êrîşê ya çeteyan hate girtin

Çeteyên DAIŞ'ê ji bo dorpêçiya li ser xwe ya li Reqayê rake, êrîşî taxên rojhilat kirin. Êrîşên çeteyan hatin şikandin û di encamê de 31 çete hatin kuştin, 3 panzer jî hatin rûxandin.

Pêngava QSD'ê ya ji bo rizgarkirina Reqayê ji çeteyên DAIŞ'ê, di roja 24. de ye.

Çeteyên DAIŞ'ê yên ku li navenda bajarê Reqayê dor li wan hatiye girtin, duh bi şev saet di 00:00 êrîşî şervanên QSD'ê yên li taxên rojhilat ên hatine rizgarkirin kirin. Şervanan di cih de bersiv dan û li herêmê şerekî dijwar qewimî.

Di vî şerî de derba giran li çeteyan hate xistin, 3 panzer û 4 wesayitên çeteyan ku 2 ji wan bi mayinan dagirtî bûn hatin rûxandin û 31 çete hatin kuştin. 

Di şer de 4 şervanên QSD'ê şehîd bûn, 6 şervan jî birîndar bûn.

Di heman saetê de ji başûr jî çeteyan hewldan korîdorekê vekin, lê şervanên QSD'ê dest li wan werdan. Li vir jî gelek çete hatin kuştin, lê hejmara zelal bi dest neket.