Li Reqayê şer dijwar e
Di navbera şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û çeteyên DAIŞ’ê yên li endiya Rojhilat şer bi hemû dijwariya xwe dewam dike.
Di navbera şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û çeteyên DAIŞ’ê yên li endiya Rojhilat şer bi hemû dijwariya xwe dewam dike.
Li gorî agahiyên hatin girtin, çeteyên DAIŞ`ê êrîşî taxên rojhilatî bajarê Reqayê dikin. Di van kêliyan de şer bi dijwarî diqewime.
Çeteyên ku di bajar de hatine dorpêçkirin, serî li rêbazên xwekûjî didin. Di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê yên ku êrîşî rojhilatê barjêr kirin, bi hemû dijwariya xwe dewma dike. Têkildarî encamên şer ti agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Pêngava ‘Cenga Mezin’ a rizgarkirina Bajarê Reqayê di roja 23`emîn de dewam dike. Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), hemû rêyên ku di nava bajêr de ku çete bikarin birevin xistine di bin kontrola xwe de