Li Reqayê şervan ber bi cihên stratejîk ve bi pêş ve diçin

Şervanên QSD'ê li eniya rojhilat  gihiştin derdora Mizgefta Kevnar ( ETÎQ ), ku li navenda  taxa Reqaya Berê ye. Şervan li çar hêlên bajêr bi pêş ve diçin.

Pêşveçûna şervanên QSD'ê li her çar aliyên bajarê Reqayê didome. Li Reqaya Berê di şerê di navbera şervanan û çeteyan de, herî kêm 11 çete hatin kuştin û 2 wesayîtên doçka barkirî jî hatin rûxandin.

Li  aliyê  din 5 çeteyên xwekuj di heman demê de xwestin êrîşî nuqteyên rizgar kirî bikin, lê di encamê de 2 çete hatin kuştin, yê sêyemîn  jî piştî ku birîndar bû xwe teqand. Di vê  êrîşê de  şervanekî QSD ê birîndar bû, û herdu çeteyên din ji ber derbeyên şervanan reviyan hundirê bajar.

Li taxa Rewda a dikeve bakur rojhilatê bajêr û Taxa Yermûk a li rojavayê bajêr heta van kêliyan jî şer girane û encamên şer nehatin zelalkirin.

Her wiha şervanan çend nuqteyên din ji taxa Hişam Bin Ebdulmelik rizgar kirin û hejmarek mayîn jî rakirin.