Li Rojava ji bo xebatên yekîtiya netewî komîte hatin avakirin

KNK-Rojava, ji bo li ser Yekîtiya Netewî gotûbêjan li gel partî û rêxistina bike, komîte avakirin.

Endamên KNK-Rojav, piştî civîna lidar xistin û şûnde ji bo gotûbêjan li ser yekîtiya netewî bi partî û rêxistin re pêk bînin, komîte avakirin.

Civîn li navenda têkîliyên giştî yên TEV-DEM′ê ya bajarê Qamişlo bi beşdariya Endamê Desteya Rêveberiya KNK-Rojava Ebdulkerîm Umer û piraniya Endamên KNK-Rojava, hat lidarxistin.

Di civînê de mekanîzmeya civandina bi partî û rêxistinên siyasî yên Rojava re û çawaniya avakirina Komîteya ku xebatên lidarxistina civînan birêve bibe, hatin gotûbêjkirin.

Piştî ku Endamên KNK′ê nerînên xwe anîn ziman û şûnde, endamên komîteya lidarxistina civînan ji Desteya Rêveberiya KNK-Rojava Ebdulkerîm Umer, Endamên KNK′ê Luqman Ehmê, Ebîr Hesaf, Telal Mihemed, Cemal Şêx Baqî û Nesredîn Îbrahîm hatin diyarkirin.

Wê Komîte ji sibe ve dest bi xebatên xwe bike û bi partiya Kombûna Niştîmanî ya Kurdistanî û Hevbendiya Niştîmanî ya Kurdî re bicive.