Li Rojava xebatên yekîtiya neteweyî destpê kir
Komîteya KNK-Rojava ya ku ji bo xebatên yekîtiya neteweyî dabûn avakirin, dest bi xebatên xwe kir.
Komîteya KNK-Rojava ya ku ji bo xebatên yekîtiya neteweyî dabûn avakirin, dest bi xebatên xwe kir.
Îro Komîteya lidarxistina civînan di çarçoveya amadekariyên lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurd, li navenda Partiya Yekîtî ya bajarê Qamişlo, bi Hevbendiya Niştîmanî ya Kurd li Sûriyeyê re civiya.
Di dawiya civînê de, Serokê Hevbendiya Niştîmanî ya Kurd li Sûriyeyê Mûstefa Meşayix axivî, ev gav pîroz kir û bal kişand ser girîngiya hevgirtina gelê Kurd.
Meşayix got ku ew ê bi hemû derfetên xwe bibin alîkar, da Kongreya Neteweyî ya Kurd were lidarxistin.
Piştre komîteyê serdana navenda Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê kir û bi Kombûna Kesayetên Demokratîk û çepên Kurd li Sûriyeyê re civiya.
Di dawiya civînê de Endamê Meclîsa Serokatiyê ya Kombûna Kesayetên Demokratîk û Çepên Kurd, Mihemed Mûsa axivî û diyar kir ku niha derfeteke dîrokî heye ku gelê Kurd ê her çar parçeyên Kurdistanê vê projeyê bi ser bixin.
Mûsa anî ziman ku ew ê bibin alîkar da ev projeya ku yekîtiya Kurdan ava dike, bi ser bikeve.
Komîte wê sibê saet di 18.00′an de bi Partiya Pêşverû ya Demokratîk li Sûriyê re bicive.